Perkala nvîs u helbestên Ezîz xemcivîn

Perkala nvîs u helbestên Ezîz xemcivîn



الأحد، 1 أغسطس 2010

Gava du dil


Gava du dil
bi hev vêdikevin…
Agir, xak û xwîn
bi hev re dibin yek!

Evîna min
ji Amûdê heya bi Efrînê*
ez keziyên bîranînên te dirêsim…

Ji koçk û seraya Êlo
heta bi Keleha Nebî Hûrê,
pênûsa min pêxwas
li rûpelên pêjna te hûrik… hûrik
bi gavên xwe yî melesî,
tîpên kenê te mîna lavlavkê li hev dihûne!

Ji kengî ve
van kevokan li asîmanê
xewnerojkan difirînim…
Ji stûrbûna tariya ewran
birûskên hestan ji te re dişînim…

Agir ji ser "Pûtên Azer"
bi arama "Birahîmê pêximber" divemirînim…
“ Agir o! Li evîna şeydayan gewr û ronî be "
Wisan bi meşa xwe bi bal te de
strî û kelem pêyên min na êşînin!

Ez xwedanê evîna mezin im,
xwedanê bade û meya kevnar im…
Tê bîra min gava serxweş,
ji dêya xwe re çêbûm.
Ew kêlîka ko tu bi giriyê min re dikeniya yî;
berberê te bû
yê ko navika min birrî!

Weke Bazekî bê hêlîn,
min çavên te ji xwe re kirin kişwer û keleh…
Hingê tî bûm dijî rêdan û destûran,
li kaniya sawîrên te dawî Keleş bûm!
Bi mêvandariya xaka bav û kalan
Orgeş û Burca Belek
bazinên xwe li razeyên min û te pêçan!

Êvara mehrbirrînê xweziyên me,
xwe li bextê Mezdik û Manî girtin!*
Heta destê sibehê
Firişt û pêximberan şivantiya me dikirin,
û nameyên xwe
li deşta hilmên me diçêrandin!

Çiyayê cûdî cotbûna me parast…
Xwêdana xewnên me,
ji pertûkên pîroz herikî…
Bû mohr û ramûsan
bi tîpên zêrîn li ser dîwarê dilêriyê çapbûn…

Bi soz û peymanan
ez bi "xirqe û bendik"
tu bi kofî û şalê kurmancî yî
me berê xwe da perestgehê!

Bi Şêx Adî û Tawisî Melek
bi ava Kaniya Spî,
bi roka subhanî me berê xwe da rojhilat,
û çixêzek li dor xwe gerand!

Nivêja jiyanê li dûv şêxê xwe me divegerand.
Roniya heyvê bajarê me bû.
Sosinên welat havîngehên xewnên me bûn.

Evqasî li ber çavên min
tu bibûyî dara çinarê,
wek bilbilekî sêwî
awazên min li pêsîrên şaxên te dibaniyan…

Efrînê bi gazinên xwe*diguvaştim.
Çawa tu hatî û te gulek ji xaka min çinî?
Tu tê bilbilan ji dilê min diqewrînî…
Tu tê û stêran ji asîmanê min hiltînî!?

Bêje mêvano… bêje…
Çi bêjim can im?
Ez
lawê
Amûdê,
Qamişlo,
Tirbe Spiyê,
Dêrikê,
Serê Kaniyê,
Hasekê,
Kûbanê,
Dirbêsiyê
û Efrînê me…*
Lingên min
dehfikên sînoran dişikînin, diperçivînin…

Lawê te me xwedanê hêzê,
Henano û Mihemedê Deqorî me!
Rimbazê evîna jiyana te me;
Zorba yê Kurd im,
Siyamendê Silîvî
li xaka sar û germ
Zeytûn û genim im…
Donê Sînema şewitî me,*
ji sersalan heta binê salan
li canê te mûma vêketî me!

Tev ko laşê min perçe perçe ye,
zû bi zû naaxive…
Li bin Zinarê birîndar im.

Bi nasnameya pûç dixwazin
dilê min ji evîna xaka min bibirin!

Ev Reqîb e, li xaka min xerîb e..
Lê ji kul û derdan diya me îro bivênevê
strana "weyla li min xerîbê"
li perîşaniya min dibêje!

Lawê xaka xwe me
heta di xewnan de jî dîl im!
Bibûrin…xewn qedexe ne!
Li zindana mezin
mişkên me jî ne xwedanê şeva xwe ne!

Efrîna min tu bawer bikî,
ronaka te ronaka min e,
buhara te buhara min e,
keşe û mele çi bibêjin…
Em ne Erebistan in, ne Tirkistan in, û ne Faris in!
Em neviyên şikefta "Şînder in",
Serxet em in, û Binxet jî em in…

Pepûkê kengî tu şiyar bibî
tê pêsîrên hezkirina xwe
di devê min de bibînî!

Kengî tu perdê
ji ser buhara xwe hilînî;
tê min perperîkî
li nêv kulîlkên Sêv,
Hirmê û zerdeleyênên xwe bi serbestî bifirîne!
Sîng û berên te ji min re paldanka jînê ne…
Wisan Berxekî mîjoke me,
ji zayînê heta bi zayînê
bi şevnema canê te firşik dibim!

Imarata Erebî….
26/01/2004

*Mezdik û Manî: Du pêximber in.
*Orgeş û Burca Belek: Du deverên kevnar in.
*Xirqe û Bendik: Ji pîrozên Êzîdiyan in
*Şêx Adî û Tawisî Melek, ava kaniya Spî û Roka Subhanî: Li cem birayên Yezîdî bi pêrozên olê ne..
*Amûdê, Qamişlo, Tirbe Spiyê, Dêrikê, Serêkaniyê,
Hasekê, Kûbanê, Dirbêsiyê û Efrînê: Bajarên Rojavayê Kurdistanê ne.
*Henano û Mihemedê Deqorî: Ji serkêşên Kurdan in şoreş li dijî Firensawiyan rakirin.
*Sînema şewitî : 13/11/1960î 286 zarokên Kurdan li sînemê li bajarê Amûdê hatin sotin.
Şînder: Kevintirîn şikeft li Kurdistanê ye.

هناك تعليق واحد:

  1. Roj baş, têkoşeke başe lê hîn destpêke lewra ewende şaşî tê de pirin.

    ردحذف