Kaniya Sipî: Mirov ji kê re dikarê bibêje ev wêjevan e?
Ezîz Xemcivîn: Wêjevanî pîvanên wê hene, di nav miletê me de nexweşiyek heye, ew e ko em dixwazin di şev û rojekê de bibin her tişt, bê ko li dîrok û demê bipirsin, mixabin îro roj vê ragihandina arzan her tişt ji tirazûya pîvanê derxistiye..
Carcaran di hinek malperan de nivîsin derdikevin, ko tu wê nivîsê têkî ber merc û rêkûpêkiya toreyî de, tê bibînî ko ne navek û ne nasnamek jê re nîne..
Vêca tu dê çilo navê wêjevan li xwediyê wê nivîsê bikî??
Kaniya Sipî: Gelo wêjevan di nav kurdan de hene?
Ezîz Xemcivîn: Wêjevan bi wateya wêjevaniyê hene, lê ew jî ne pir in.. Sedemên vê yekê jî hene; zimanê kurdî û nexwendina zimên, qedexekirina wî li Kurdistanê bi tevayî, ta vê serdema han ko em ketine sedsala bîst û yekê dibistanên zimanê me li sê parçên Kurdistanê nînin.. Peyv, kovar, rojname, pertûk, xwendin û senterên çandeyî qedexe ne.. Bi giştî miletê me çi keys li ber xwe nedîtiye û ne riyên çareseriyê peyda kirine.. Hemû hewldanên nivîskarên me kesayetî û xwemalî ne..
Kaniya Sipî: Cenabê we, wek rewşenbîr û nivîskar hûn berbelavbûn û nivîsandina pirralî di wêjeyê de çawa dibînin?
Ezîz Xemcivîn: Di nerîna min de divê nivîsandina wêjeyê piralî be, ango ji hemû cûreyên nivîsê pêk bê (helbest, çîrok, pexşan, şano û roman..h.d), herwiha em aliyekî nedin ser yên din. Wêjeya piralî derya ziman firehtir û kurtir dike. Lê dema ko nivîskarek piralî be, di nivîsên xwe de bi her cûreyên toreyê ve mijûl be, dibe nivsên lawaz bide, çimkî yê ko nivîskarê piralî be, avjeniyê di deryayeke berfireh de dike, westandin û windabûn jî têde dibe..
Kaniya Sipî: Berhema ku bi kurdî tê nivîsandin, hetanî bi çi radeyê mirov dikare di warê rewşenbîriyê de sûdê jê wergire?
Ezîz Xemcivîn: Binere kekê hêja, nivîskarin di nav Kurdan de hene sembol in, lê mixabin bi zimanê beyanî datînin, lê nayê wateyê ko nivîkarên bi kurdî datînin kêm dan in, tev ko evan nivîskarên (sibeh û êvaran) çêja xwendevan xerab kiriye jî, lê wêjevan, helbestvan û nivîskarên me hene û pispor û ramanbîr jî hene, ew tore tê xwendin û em tev sûdê ji wana digirin..
Kaniya Sipî: Gelo rewşenbîrê kurd berhemdar e?
Ezîz Xemcivîn: Bêguman berhemdar jî hene û neberhemdar jî hene, bi giştî liberxwedan, lêgerîn, hewldan û vîna rewşenbîrî heye..
Kaniya Sipî: Ev qonaxa ku nuha cîhan bi giştî û rojhilata navîn bi tayîbet tê re derbas dibin, tu çi navê rewşenbîrî layîqî wê dibîne, û gelo rewşenbîrê kurd di vê qonaxê de dikare roleke çawa bileyize?
Ezîz Xemcivîn: Ez dikarim bersiva beşê din ji pirsê bidim, rewşenbîrê kurd dikare bi roleke mezin bileyize.. Îro roj em dibînin rola ragihandinê di cîhanê de bûye roleke serekî ji têgihan û belavkirina nameyên netewî û civakî re, gerek rewşenbîrên me vê keys û derfetê ji dest bernedin.
Çimkî ev serdem ya internet û tiknolojiya nûjen e, wisan bersiva beşê pêşî ji pirsê jî didim..
Kaniya Sipî: Zimanê kurdî yê helbestyane di çi astê de ye? Û di pêşeveçûn û nûjenkirina vî zimanî de helbestvan dikare roleke çawa bileyize?
Ezîz Xemcivîn: Helbesta kurdî di dan û standinê de ye, di bilindbûn û nizmiyê re dibûre.. Ta niha hîn ew nasnameya xweser newergirtiye, lê bi giştî ber bi pêş ve ye.. Pênûsin balkêş peyda dibin, beranber yên têkçûyî jî pir in..
Helbest ger bi awayekî rast û dirust bête nivîsandin, dikare rolekê di rastkirina ziman de bileyize. Niha pir nexweşî di warê zimanê helbestyane de peyda bûne.. Nifşek ji helbestvanên internetî di vê demê de derketine, bi roleke nîgatîv û lawaz radibin, bê ko pertûkekê bixwînin, dixwazin di bîst û çar demjimêran de bibin helbestvan û ev kujtina zimên bi xwe ye, ne xem e ko yek nizanibe û fêr bibe, lê xem ew e ko yek nezan be û di civakê de nezaniya xwe bi nezanî belav bike.
Tiştê din ko bandora xwe li helbesta kurdî kiriye, hinek nivîskar bi zimanê Erebî dinivîsînin yan jî bi erebî dixwînin û li gor zimanê Erebî helbestekê datînin yan diwergerînin zimanê kurdî û bi navê xwe belav dikin, helbet ew helbest kulek e (seqet) derdikeve, ziman di vir de dişikê.. Ev yek jî dibe sûcê malperên kurdî, ko nikarin sansorekê li ser van berhemên jihevketî de bikin.. Ya giring li cem wan rûpelên malperê dagirin..
Kaniya Sipî: Gelo tunebûna zimanekî kurdî yekgirtî ( standart) bandorê li wêjeya kurdî dike.
Ezîz Xemcivîn: Bê guman, ev hinek ji rastiyê ye, lê nayê wateyê ko zarav ne zengîniya zimên in.. Berevajî, gerek çi zarav li çi herêmê hebe zimanzan sûdeyê jê bigirin.. beranberî çê bibe, peyva hêsan û watedar ji hemû zaravan bidin ser hev da hin bi hin ziman ber bi standartê ve biçe..
Kaniya Sipî: Sedemên tunebûna rexneyê di warê helbestê de çi ne?
Ezîz Xemcivîn: Tiştê herî giring rexne ye, Rexne neynik e, Eger helbestvanên me guh bidin pêşvebirina helbesta xwe gerek danûstandinên nirxandina helbestan peyda bibin, em li hev guhdar bikin, ji hev re neynik bin, şaşitiyan eşkere bikin û dev ji warê xweşkirinê berdin (ez pesnê te bidim û tu jî pesnê min bidî) dema wisan bibe, bêguman dê civata rewşenbîran bi sûdegirtin bibe, hino hino dê taybetmendiya vê rewşê kesên profişînal peyda bibin, ew kesên rexnevan yên ko karibin parçekirina helbestan bikin, êdî em ê bi nifşekî rexnevan re serkeftina wêjeyê bibînin.
Kaniya Sipî: Ciyê afretê di helbesta kurdî de li ku ye, û çi taybetmendiyên vê ezmûneya helbestê hene?
Ezîz Xemcivîn: Mebesta we baş negihiştim, lê dibêjim mebesta te cihê jina ko helbestvan be, eger ev pirsa te be?
Ez pir cêwaziya vê mijarê di navbera jin û mêr de nabînim, dema jinek an mêrek afrêner be, her yek dikare bi awayê xwe derbirîna hestên xwe bike..
Kaniya Sipî: Nerîna te li ser rojnamegeriya kurdî ya Internetê ya nuha û bandora wê li ser wêje û peyva kurdî bi giştî çi ye?
Ezîz Xemcivîn: Bi hêvî me ko rojnamegeriya kurdî di asta berpirsiyriya dîrokî de be, rast û nerast li bin guhê hev nekeve.. Gelek kêmasî hene, lê ne bê çare ne.
Kaniya Sipî: Kîjan malperê bêtir dixwînî?
Ezîz Xemcivîn: Bi tevayî malperên kurdî dixwînim..
Kaniya Sipî: Ji bo bersivdanê û vê dema ku we da me Sipasiya weyên hêja û nirxbuha dikin.
Ezîz Xemcivîn: Ez jî spasiya we li ser vê derfetê dikim.