Perkala nvîs u helbestên Ezîz xemcivîn

Perkala nvîs u helbestên Ezîz xemcivîn



الأحد، 1 أغسطس 2010

Gava du dil


Gava du dil
bi hev vêdikevin…
Agir, xak û xwîn
bi hev re dibin yek!

Evîna min
ji Amûdê heya bi Efrînê*
ez keziyên bîranînên te dirêsim…

Ji koçk û seraya Êlo
heta bi Keleha Nebî Hûrê,
pênûsa min pêxwas
li rûpelên pêjna te hûrik… hûrik
bi gavên xwe yî melesî,
tîpên kenê te mîna lavlavkê li hev dihûne!

Ji kengî ve
van kevokan li asîmanê
xewnerojkan difirînim…
Ji stûrbûna tariya ewran
birûskên hestan ji te re dişînim…

Agir ji ser "Pûtên Azer"
bi arama "Birahîmê pêximber" divemirînim…
“ Agir o! Li evîna şeydayan gewr û ronî be "
Wisan bi meşa xwe bi bal te de
strî û kelem pêyên min na êşînin!

Ez xwedanê evîna mezin im,
xwedanê bade û meya kevnar im…
Tê bîra min gava serxweş,
ji dêya xwe re çêbûm.
Ew kêlîka ko tu bi giriyê min re dikeniya yî;
berberê te bû
yê ko navika min birrî!

Weke Bazekî bê hêlîn,
min çavên te ji xwe re kirin kişwer û keleh…
Hingê tî bûm dijî rêdan û destûran,
li kaniya sawîrên te dawî Keleş bûm!
Bi mêvandariya xaka bav û kalan
Orgeş û Burca Belek
bazinên xwe li razeyên min û te pêçan!

Êvara mehrbirrînê xweziyên me,
xwe li bextê Mezdik û Manî girtin!*
Heta destê sibehê
Firişt û pêximberan şivantiya me dikirin,
û nameyên xwe
li deşta hilmên me diçêrandin!

Çiyayê cûdî cotbûna me parast…
Xwêdana xewnên me,
ji pertûkên pîroz herikî…
Bû mohr û ramûsan
bi tîpên zêrîn li ser dîwarê dilêriyê çapbûn…

Bi soz û peymanan
ez bi "xirqe û bendik"
tu bi kofî û şalê kurmancî yî
me berê xwe da perestgehê!

Bi Şêx Adî û Tawisî Melek
bi ava Kaniya Spî,
bi roka subhanî me berê xwe da rojhilat,
û çixêzek li dor xwe gerand!

Nivêja jiyanê li dûv şêxê xwe me divegerand.
Roniya heyvê bajarê me bû.
Sosinên welat havîngehên xewnên me bûn.

Evqasî li ber çavên min
tu bibûyî dara çinarê,
wek bilbilekî sêwî
awazên min li pêsîrên şaxên te dibaniyan…

Efrînê bi gazinên xwe*diguvaştim.
Çawa tu hatî û te gulek ji xaka min çinî?
Tu tê bilbilan ji dilê min diqewrînî…
Tu tê û stêran ji asîmanê min hiltînî!?

Bêje mêvano… bêje…
Çi bêjim can im?
Ez
lawê
Amûdê,
Qamişlo,
Tirbe Spiyê,
Dêrikê,
Serê Kaniyê,
Hasekê,
Kûbanê,
Dirbêsiyê
û Efrînê me…*
Lingên min
dehfikên sînoran dişikînin, diperçivînin…

Lawê te me xwedanê hêzê,
Henano û Mihemedê Deqorî me!
Rimbazê evîna jiyana te me;
Zorba yê Kurd im,
Siyamendê Silîvî
li xaka sar û germ
Zeytûn û genim im…
Donê Sînema şewitî me,*
ji sersalan heta binê salan
li canê te mûma vêketî me!

Tev ko laşê min perçe perçe ye,
zû bi zû naaxive…
Li bin Zinarê birîndar im.

Bi nasnameya pûç dixwazin
dilê min ji evîna xaka min bibirin!

Ev Reqîb e, li xaka min xerîb e..
Lê ji kul û derdan diya me îro bivênevê
strana "weyla li min xerîbê"
li perîşaniya min dibêje!

Lawê xaka xwe me
heta di xewnan de jî dîl im!
Bibûrin…xewn qedexe ne!
Li zindana mezin
mişkên me jî ne xwedanê şeva xwe ne!

Efrîna min tu bawer bikî,
ronaka te ronaka min e,
buhara te buhara min e,
keşe û mele çi bibêjin…
Em ne Erebistan in, ne Tirkistan in, û ne Faris in!
Em neviyên şikefta "Şînder in",
Serxet em in, û Binxet jî em in…

Pepûkê kengî tu şiyar bibî
tê pêsîrên hezkirina xwe
di devê min de bibînî!

Kengî tu perdê
ji ser buhara xwe hilînî;
tê min perperîkî
li nêv kulîlkên Sêv,
Hirmê û zerdeleyênên xwe bi serbestî bifirîne!
Sîng û berên te ji min re paldanka jînê ne…
Wisan Berxekî mîjoke me,
ji zayînê heta bi zayînê
bi şevnema canê te firşik dibim!

Imarata Erebî….
26/01/2004

*Mezdik û Manî: Du pêximber in.
*Orgeş û Burca Belek: Du deverên kevnar in.
*Xirqe û Bendik: Ji pîrozên Êzîdiyan in
*Şêx Adî û Tawisî Melek, ava kaniya Spî û Roka Subhanî: Li cem birayên Yezîdî bi pêrozên olê ne..
*Amûdê, Qamişlo, Tirbe Spiyê, Dêrikê, Serêkaniyê,
Hasekê, Kûbanê, Dirbêsiyê û Efrînê: Bajarên Rojavayê Kurdistanê ne.
*Henano û Mihemedê Deqorî: Ji serkêşên Kurdan in şoreş li dijî Firensawiyan rakirin.
*Sînema şewitî : 13/11/1960î 286 zarokên Kurdan li sînemê li bajarê Amûdê hatin sotin.
Şînder: Kevintirîn şikeft li Kurdistanê ye.

الأربعاء، 28 يوليو 2010

duri







Helbesta Dûrî... Ezîz Xemcivîn



Dûrî


Ez dûr im û tu jî dûr î, hey Ronak dibêjim te were..



Dengê te li ber guhê min e
xweş e,


zîz û zelal e!

Rengê te li ber çavê min e,
mîna şeva sersal e!


Hey evîn
şekirê Şamê bi me tal e!

Ez dûr im û tu jî dûr î
me warê xwe berdaye!


Canê min bû êzing
dilê te bû agir
bi xwîna min re geriya
û rewanê te
di ûjdanê min de meya ye!

Pêlên evîna te
ez li ber çûm
wek Gawiran
ji gemiya Nûh dûr kirime!*

Hey cûdî
li bextê te me
li kohê pêsîrên xwe
ji taloka yezdanan min biparêze!

Min divê bi wê gerdenê şa bibim.
Bi bêhna sosinên welatê xwe
şiyar bibim!


Min divê ji gewriya kaniya te
bi serbestî firek av vexum!

Dizanim tu jî weke min î
nerîna te li mizgîniya


nama min î,
de were...


de were...


de were…

Va ez jî bi ber te de têm
kengî em ê bigihên hev?
Kengî em ê bêriyên xwe


bikin berdêlî?*


Bi ken û girî


pîvanê bişikînin.
Destê te big
irim
ne xewn be.
Hêviya me pêk bê
ne guneh be!
Buhara me şîn bê,
miradê me bi cî bê,
bila pelê dûriyê bitemire!

Here û bê oxir
ji navbera dilên me
bifire û bifire!



17/08/2010

Nûh: Pêximber, dema firtone li gelê wî rabû
Berdêlî: Bi hev guhertin, bi hev dan

الخميس، 22 يوليو 2010

Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê




Romana nivîskarê Kurd Mihemed Uzun e. bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin, û ji aliyê nivîskar Mihemed Nûr Elhuseynî bi ziman û rewanekî herî xweş û ciwan, hatiye wergerandin Erebî, bi rastî gava berhermek ji zimanekî ta zimanekî din tête wergerandin, heger wergêr jîr û jêhatî be, merov hest dibe ko bi wî zimanê wergerandî hatiye nivîsandin.



Evdalê Zeynikê kî bû? Dengbêjekî kurd pir bi nav û deng bû, li seranserî Kurdistanê bi Evdalê Zeynikê bihîstine, dengê bilbilekî xemgîn, ji ser şax û darên sîpanê xelatê bilind dibû, şahî û xemgîniya xwe dida hemû civatên kurdan …



Evdalê Zeynikê ji destpêka xwe de li civata Tahirxan li rex mîr dirûnişt û stran ji wê gewriya zêrîn ji civata mîr re digot û dibiland, hemî kes dilşad dikir…



Evdalê Zeynikê di xortaniya xwe de diçe şahiyekê li gundekî kirîstaniyan, da şahiya wan bi dengê xwe yî xweş vejîne. Li wir rasteserî keçeke Ermenî tê ji sipehîbûna wê devê Evdal ji hev diçe û çavê Evdal li ser dimîne û nema dizane bê ka wê çi bike, keçikê bi serê dîlanê girtiye û bejn û bala xwe li ba dike, ciwaniya wê, keys û fesala wê hiş di serê Evdal de nahêle..



Evdal diçe bal xwediyê şahiyê û jê re dibêje: Heyran ez hatime şahiya we sax û selamet û hişê min li serê min bû…!! Lê piştî min ev zeriya han dît, ez çûme cîhaneke din, bi Xwedê ji vir naçim; ta ko tu wê ji min re bixwazî…



Bi her hal Evdal xwedî rûmetê buha ye, û rêza wî pir hebû..


Êvarî diçin mala bavê Gulê û jê re dixwazin, lê mixabin keç bi dergisî ye û erê nake !!


Lê Evdalê evîndar bêçare nabe, li ber evîna xwe dide û roj bi roj evîna Gulê afrandina wî gurtir dike. Strana xwe li ser Gulê dihûne, nema tirs û şerm bi wî karin; ew dengê ko çiyan dihejîne, bêguman ji xwe bawer e, ko rojekê wê dilê Gulê jî bihejîne, û rastî jî bi stran û awaz û newaz bi dengê bilbilî wek parçakî qeşê dema tihna êgir bigihê, wisan roj bi roj dilê Gulê heland û nermkir; Gulê bi xwe jî stranbêj bû, dema êvarî li civatê li gel Evdal stran gotin li hev vegerandin, evîn nayê veşartin û kî li ber zelaliya dengê lawê Zeynikê dikare xwe bigire.??


Evdal ji strana Gulê naskir, ko dilê wê girt..Êdî dubare ew ji bavê wê xwest û vê carê Gulê bi şahî serê xwe berda ber xwe û ji wê hingê ve bû hevjîna Evdalê Zeynikê…



Evdal û Gulê çend salên xweş ligel hev jiyandin, lawek ji wan re bû, rojên xweş ligel milet û civatên kurdan di hembêza Sîpanê Xelatê de, li herêmeke evîndar, jiyanhez û siruşteke ciwan bi Quling, Xezal û Pezkoviyan re, li ser berfa sar, li civata Tahirxan û welatê kurdan, evîna xwe, xemgîniya xwe û jiyana rojane distirandin…



Lê dem û felek herdem ne dost in, mixabin ko Evdal ava reş bi çavên wî de hat û ji herdu çavan de kor bû.


Di wê demê de bi xwe jî, Tirkên bêbext zor dan ser herêmê û ew dadmendiya Tahirxan ji wan re ne seza bû, lewra Tahirxan û welat bi carekê re ketin ber stem û hovîtiya wan, Tahirxan û mala wî sirgûnî stanbolê kirin, û li şûna wî peyakî xwe pir stemkar bi navê (Egîd beg) desthilatdarî dane dest û li wê herêmê kirin hakim..



Jiyan li milet kir dojeh, hişk û ter da ber xwe, ta bi Evdalê reben ji stema wî bêpar nebû, ta bi hezkirina (Meyro û Bengîn) ew herdu evîndar, Meyro wekî keça Evdalo dihate nasîn, çimkî wî û Gulê ev keç ji xwe re xwedî kiribûn..


Dema ko Osmaniyan fermana Kurd û Ermeniyan rakirin û ew dan ber qirkirinê, Evdal ev keça Ermenî ji xwe re xwedî kir.. Bengîn jî yek ji şagirtên Evdal bû, pir jê hez dikir, piştî herdu mezin bûn û evîna xwe ji Evdal re dan xuyakirin, bi şahî Evdal ew herdu evîndar bi hev şakirin… Lê şagirtekî Evdal î din ji Meyro hez dikir, ew jî lawê Egîd beg bû, xort jê hez dikir û bê ko ziyanê bigehîne Meyro û Bengîn dûr ket, ta ko rojekê li çolê hinan ew mirî dîtin.!



Helbet zilamên Egîd beg nûçeyê vê serpêhatiyê gihandin wî, hêrsên harbûn û stemiyê li wî rabûn û ferman da bi kujtina Meyro û Bengîn… Bêguman gava Evdal wisan bihîst, keça xwe û Bengîn bi bal dostên xwe bi alî çiyayê şingalê ve birêkirin..


Mixabin dîsa zilamên Egîd beg gihan çiyayê şingalê û piştî pevçûneke pir dijwar û bi hêz beranber şingaliyan, ew herdu evîndar li wir kujtin..



Romana Evdalê Zeynikê bi ciwaniyeke herî xweş hetiye hunandin, û bi rewnekî kurdayetiyê derd, kul û jiyana milet dide ber çavan, ango jiyana Evdalê Zeynikê dîmenek ji jiyana miletê kurd e, herwiha tirajîdya kurdî, buyer û serpêhatiyên kurdan, rewşa miletê kurd ji sedê salan, ji evîna Siyabend û Xecê, jiyana lawê Zeynikê, û serpêhatiya Memo û Zînê neynikên jiyana me Kurdan in…!!??



Dawiya şevê


Berî ez çavên xwe bigirim,

ewan bi bîrhatinên te


kil dikim…



ew hevokên narincî


ji ser wê maseya dilî


bi şahî bi destên xwe


bi vir de,


bi wir de ewan dibim…!!



Şev e,


mêş raketîne;


tilûr li benda banga sibehê ne..


ez jî hîn


di nav mija sawîran de


avjeniyê dikim…!!



Çima ez pelik,


melikan


name û helbestên te


hezarbare ewan dixwînim..?



Çima xaniyan


li dora yadîgariyên evîna me


ava dikim…?*



Çima pêlikan


li ber serayên bêdengiya sawîran


disipêrim..?



ez jî nizanim,


ez jî nizanim,


ez jî nizanim…!!?



Dem û temen na rawestin;


nema em dikarin


neynikan beramber xwe bikin..!!


ne ez bi rengê xwe mame;


ne ew hinetîtik


li ser navika pênivîsa me


maye..



me xwe fêr kiribû


ko bi gula nû bişkivî re em vebin..


me xwe kar kiribû


em li pey xezalan bibezin..


xewnên me talan bûn,


dûmahî li şemala şevbuhêrkan hat..



Porê reş berê xwe daye spîtiya arzan..


kulîna geşbîniyê*


hin bi hin nizim dibe..



ne bi destê me ye


kelpîç ji ser dîwarên temen


diherifin,û têtin xwar..!!



em herdem pesnê xweşiya do didin;


geh bi wê em


jiyanê şermezar dikin..


te digot: “tiştê çû nede dû..”


li dora xwe


pir çûm û hatim


li hola temenê mijmijok


çirisîna peyama me


tête dorpêçkirin..



kêferata me


her heye


dilê me


her ciwan e..


em ne Xoceyê Xizir in,


belam


em ew helbestvanên gerok in,


qoziyeke tarî li ku derê hebe


em dixwazin


tiliyên xwe lê geş û xweş bikin…!!



Bi şev bû


ew şeva yekem


tenê min germa hêrisên te dipîvand..


benda yekem,


yasa yekem,


li pertûka destûra yekem


dilbijîna yekem,


hevmeşîna yekem


û dehfika yekem..


gava lingên min û te
bi hev re guvik û bend kir…!!



Şev sar bû,


şev germ bû;


em diçûn mêvandariya


hêlînên serxoşiyê..



Rêkeftinê


qelewbûna pirsa me


bi tayê dûv derziyan re derbas nekir..



çima pirs


çima pirsa girs


bi dar ve ne bû..?


ne ez dizanim,


ne tu dizanî


û eger em herdu zanibin jî


hîç derzî


di laşên me de


nema diçin…



10/6/2005. Alain



Yadîgarî: bîrhatin


Geşbînî: çakbînî


Rêkeftin: pêrgînî,


الأربعاء، 21 يوليو 2010

Gula mala we




Hîn jî ew gula ko min ji mala we anî bû,

li pencera min e.

Wê ber bi sînga xwe ve dikim.




Bihna te ji ge‏bûna gulê dikim,

Dixwazim ji sîwana hilûya wê

henaseyên xwe vejînim.




Elindeke ‏îrav ji dêmên gulê li helbesta min hilat.

Dema helbestê bi roniya wê xêrhatina sibehê kir.




Pênûsa min ji bejna berberojkê,

xuncên hevokên xwe diyar kir.

Nasnameya xwe ji kenê te wergirt,

û kirasek ji buhara jînê po‏and.




Lalbûna zimanê çav têkçû

û zimanekî nû hate afrandin.




Darek bi çar tîpan, berhem da.

Toreyeke zindî bi kilçîvê bi‏irandina sorgulê

navê te hat nivîsandin,

E.V. Î. N.


Hevdîtin


Dema li ber te dirawestim,
dikarim tirêjên awirên te bi dilbijîna xwe bihûnim.
Dikarim ge‏bîniyê di sinbilên tîpên xwe de gur bikim,
û dikarim paleyiya pendên ciwan li baxê jînê bikim.




Dema te dibînim,
bi hêminiya ‏evê û bêdengiya heyva rêwîng hest dibim.
Dikarim te di bîbokan de bicih bikim,
û dikarim hevirmê‏ê serdemekê li ber me‏a te raxînim.

Erê, ko te dibînim,
ji nû ve zimanê pênûsê digere,
û gotin bi çarlepkan diçin.

Herti‏t li dora ‏îrava hevdîtinê dibin heng,
û di kewara hi‏ de dicivin.



Dema te dibînim,
hinavên min jî li hev diherbilin,
û bi lalbûna hemî hestên xwe hay dibim.




30.05.2009



Dubey

الثلاثاء، 20 يوليو 2010

Strana kurdi















Strana kurdî










Ezîz Xemcivîn

Gelî Kurdan!
Kurdên li Bakur, Rojava, Rojhilat... û hem yên ko li cîhanê belav bûne...
Eger hûn bixwazin zimanê kurdî biparêsin, strana kurdî bi zarokên xwe şêrîn bikin.
Strana kurdî, peyameke zindî digihîne hest û dilê mirov, bila hûn ji kartêkirina wê xayiz nebin!



Çendî strana me ketiye ber talankirinê,
çendî zimanê kurdî hatiye pişaftin û çendî şora me qedexe bûye.
Dilaram bin ko hêj ev stran bi heman hêzê maye.
Nehezan nedikarî bigihên koka wê, koka wê ji reseniya zimanê kurdî ye.

Li strana xwe xwedî derkevin.
Toreyeke lêvkî bi hezarên salan, ji dê heta bi dotê û ji bav heta bi pis, li ser zimanan hate guhastin.
Îro roj, di evê serdemê de, bi hemû alavên nûjen û bi viyana miletekî dilsoz,
êdî ew nema tê windakirin.

18.06.2010

Gotar sorike















Gotar: Sorikê












Ezîz Xemcivîn



Omer kurê As
,* wek ko di dîroka Ereban de hatiye nivîsandin, qehremanek bû. Rojekê pêximber Muhemed, Omer kurê As dişîne cengeke giran, demeke kin an dirêj vegeriya û wekû dibêjin, mêriko serkeftineke afsaneyî kir û hem jî ew xelk talan kirin(jin û mal) bi xwe re anîn. Qehremanê Ereb û deqê pêximber Omer kurê As serbilind, sinbêlan ba dide û bi wê payebilindiyê di civata Muhemed û hevrêyên wî de rûnişt. Ji her hêlê ve zilamên pêximber pîroziya wî û ola (şûr) li ser evê serkeftinê kirin.



Rabû Omer ji kêfan re xwest ko ji pêximber bipirse, da rûmetê xwe li bal wî binase, got: Pêximberê Xwedê, gelo “heztir” an şêrîntir kes li ber dilê te kî ye?
Pêximber bê dudilî û bê ko birame, lê vegerand û got: Sorikê *
Omer sar bû, lê zana bû, di cih de got pêximberê Xwedê! Mebesta min ji zilaman kî ye?
Pêximber yekser got: Bavê Sorikê!*
Omer kurê As pîs û sar bû, ew qas kar, xebat û qehremanî di ber “ola şûr û zor-zorinde” de û dawiya dawî, qenciya wî çû ji Sorikê û Bavê Sorikê re!
Gelekî dilteng nebin û bi taybetî bawermendên Kurd lê ev rastî nayêne veşartin. Min ev kurteçîrok anî ziman, ji bo ez ji we re li ser ragihandina kurdî û wekîniyekê an kemperiyekê bi çîroka Sorikê re bikim.
Bi rastî Sorikan(mê û nêr) şax û baxên xwe berdane ragihandinê, heta ko yên mîna Sorikê hebin, cih ji me yên çav hingivî, rû genimî, kej, esmer û reş re nîn e. Belê ragihandina kurdî bi giştî dibêjim, lê taybetî televizyonên partiyan, malperên cor bi cor, kovar û rojname jî, ji evê rewşa bilindkirina Sorikan ne kêm in! Vêca gelî xwendevanan, bila hûn ne gelekî geşbîn bin, û neramin dê zû bi zû ev rewş bê guhertin!
Em Kurd bi giştî ev çanda sexte di serê me de hatiye çandin, dibe hinek ji me diramin ko rê bidin kesên xwedî rêz û rûmet (mebesta min bi pênûs, huner û şêwe...h, d) lê mixabin kesên ko ferman û şêwirdarî ketiye destên wan de, nahêlin afrêner bi mafê xwe şad bibin.
Naxwazim nimûne û navan bibêjim, lê çi kesê/a ko nêzîkî evê seqayê ye, sextekaran baş dinase û dizane jî ko heta ji wan bê rê nadin hunermend, nivîskar, rojnamevan û torevanên hêja!
Pirgotin di evê mijarê de sûde nîn e. Di seredana min î welat a dawî de, bi gelek hevalên nivîskar, hunermend û rewşenbîran re rûniştim, me derd û kulên xwe parve kirin. Hemû gengeşeyên me ne dûrî evan mijaran bûn.
Hevalekî li ser “nivîskareke jin” ji min pirs kir, û got: Te hevpeyivîna wê a dawî xwend, min got na! Got ev nivîskar pir bi nav û deng bûye! Min got çawa? Got heta niha bîst hevpeyivîn û gotar li ser hatine nivîsandin, tev ko temenê wê ê internêtî ne bêtir ji du salan e! Vêca min jê pirsî; eger nivîskareke internêtî bi temenê xwe dusalî be û bîst hevpeyivîn digel bûne, ma ev tê wateya ko ew bi nav û deng bûye? Got tu dikarî evê pirsa xwe ji ragihandina me a sexte bikî!
Di ewê gengeşeyê de hilbijartinên Îraqê li bîra min hatin, nivîskareke Kurd li Ewropa dijî, weke berbijar ji hêla partiyeke Kurdistanî ve hat hilbijartin. Ew jî nivîskareke internetî ye, ji berî çend salan ve pesnê serok û merokan dide û name û şabaşiyan ji vê hêlê û ewê hêlê re dike. Di evan hilbijartinên dawî de, gelek deng anîn û biserket, beraber jî siyasetmedarin berbijar hebûn, temenê xwe tev de di xebata netewî de derbas kirine, biser ne ketin! (Bê guman ez ne dijî dengdana dîmuqratî û nerîna dengdêran im).
Pendeke kurdî heye dibêje “Hin dikin, hin dixwin” bila ev dem jî wisan biçe, bila sextekar bi destên sextekarên weke xwe biserkevin, lê ez bawer nakim rewş wisa çewt û leç bimîne.
____________________________________________________________
Sorikê: Ayişa (Diya bawermendan), keça Bavê Bekir, hevrêyê pêximber Muhemed, sala 4 ji pêximberîtiya Muhemed ew ji dayik bûye û sala 58an jiyana xwe dest daye. Hêjayî gotinê ye, dema Muhemed ew li xwe mehir kir, 9salî bû.
Bavê Sorikê: Bavê Bekir
Omer kurê As: sala 573z ji dayik bûye û sala 664 jiyana xwe ji dest daye. Kurê Asê Qureyşî ye.