Hîn jî ew gula ko min ji mala we anî bû,
li pencera min e.
Wê ber bi sînga xwe ve dikim.
Bihna te ji gebûna gulê dikim,
Dixwazim ji sîwana hilûya wê
henaseyên xwe vejînim.
Elindeke îrav ji dêmên gulê li helbesta min hilat.
Dema helbestê bi roniya wê xêrhatina sibehê kir.
Pênûsa min ji bejna berberojkê,
xuncên hevokên xwe diyar kir.
Nasnameya xwe ji kenê te wergirt,
û kirasek ji buhara jînê poand.
Lalbûna zimanê çav têkçû
û zimanekî nû hate afrandin.
Darek bi çar tîpan, berhem da.
Toreyeke zindî bi kilçîvê biirandina sorgulê
navê te hat nivîsandin,
E.V. Î. N.
Hevdîtin
Dema li ber te dirawestim,
dikarim tirêjên awirên te bi dilbijîna xwe bihûnim.
Dikarim gebîniyê di sinbilên tîpên xwe de gur bikim,
û dikarim paleyiya pendên ciwan li baxê jînê bikim.
dikarim tirêjên awirên te bi dilbijîna xwe bihûnim.
Dikarim gebîniyê di sinbilên tîpên xwe de gur bikim,
û dikarim paleyiya pendên ciwan li baxê jînê bikim.
Dema te dibînim,
bi hêminiya evê û bêdengiya heyva rêwîng hest dibim.
Dikarim te di bîbokan de bicih bikim,
û dikarim hevirmêê serdemekê li ber mea te raxînim.
Erê, ko te dibînim,
ji nû ve zimanê pênûsê digere,
û gotin bi çarlepkan diçin.
Hertit li dora îrava hevdîtinê dibin heng,
û di kewara hi de dicivin.

hinavên min jî li hev diherbilin,
û bi lalbûna hemî hestên xwe hay dibim.
hinavên min jî li hev diherbilin,
û bi lalbûna hemî hestên xwe hay dibim.
30.05.2009
Dubey
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق