Ezîz Xemcivîn
»Ezîz Xemcivîn
Eywana dilê şareza
bi nêrgizên evîna te dorpêç bûye.
Rojbûna viyana gula azadiyê,
Ji baxçeyê dildariya me vejiyaye
. E. X


Tu dikarî,
hîmekî hêzdar bi ziman bikî.
Tu dikarî,
Alfabêya razeyan weke keskesora gumanê li ber çavan çap bikî.


Şaha lal,
di bin sîwana te de
êş û azar lal dibin.
Gava çêl te dikin,
û gurzên pêkenokan li ber rewanbêjiya çavên te gêj dibin.


Gulsîngê,
pilingekî cegerê,
dirindeyekî evînê,
û hovekî çolistana wan hilmên ko bi hêviyan hatine bişaftin;
bi bayê girrê min re dibezin.


Şaha lal,
ew nikarin stêrkên zimanê te bibînin.
Û nikarin di veşartokên kolanên dilê te de nêçîrê bikin.


Şaha lal,
ferzendeyê landika evîndariya te me.
Koviyekî birçî,
li çiyakê pêjna te di şevên lal de
bêdeng li bîranînên lal diçêrim.