ewan bi bîrhatinên te
kil dikim…
ew hevokên narincî
ji ser wê maseya dilî
bi şahî bi destên xwe
bi vir de,
bi wir de ewan dibim…!!
Şev e,
mêş raketîne;
tilûr li benda banga sibehê ne..
ez jî hîn
di nav mija sawîran de
avjeniyê dikim…!!
Çima ez pelik,
melikan
name û helbestên te
hezarbare ewan dixwînim..?
Çima xaniyan
li dora yadîgariyên evîna me
ava dikim…?*
Çima pêlikan
li ber serayên bêdengiya sawîran
disipêrim..?
ez jî nizanim,
ez jî nizanim,
ez jî nizanim…!!?
Dem û temen na rawestin;
nema em dikarin
neynikan beramber xwe bikin..!!
ne ez bi rengê xwe mame;
ne ew hinetîtik
li ser navika pênivîsa me
maye..
me xwe fêr kiribû
ko bi gula nû bişkivî re em vebin..
me xwe kar kiribû
em li pey xezalan bibezin..
xewnên me talan bûn,
dûmahî li şemala şevbuhêrkan hat..
Porê reş berê xwe daye spîtiya arzan..
kulîna geşbîniyê*
hin bi hin nizim dibe..
ne bi destê me ye
kelpîç ji ser dîwarên temen
diherifin,û têtin xwar..!!
em herdem pesnê xweşiya do didin;
geh bi wê em
jiyanê şermezar dikin..
te digot: “tiştê çû nede dû..”
li dora xwe
pir çûm û hatim
li hola temenê mijmijok
çirisîna peyama me
tête dorpêçkirin..
kêferata me
her heye
dilê me
her ciwan e..
em ne Xoceyê Xizir in,
belam
em ew helbestvanên gerok in,
qoziyeke tarî li ku derê hebe
em dixwazin
tiliyên xwe lê geş û xweş bikin…!!
Bi şev bû
ew şeva yekem
tenê min germa hêrisên te dipîvand..
benda yekem,
yasa yekem,
li pertûka destûra yekem
dilbijîna yekem,
hevmeşîna yekem
û dehfika yekem..
gava lingên min û te
bi hev re guvik û bend kir…!!
Şev sar bû,
şev germ bû;
em diçûn mêvandariya
hêlînên serxoşiyê..
Rêkeftinê
qelewbûna pirsa me
bi tayê dûv derziyan re derbas nekir..
çima pirs
çima pirsa girs
bi dar ve ne bû..?
ne ez dizanim,
ne tu dizanî
û eger em herdu zanibin jî
hîç derzî
di laşên me de
nema diçin…
10/6/2005. Alain
Yadîgarî: bîrhatin
Geşbînî: çakbînî
Rêkeftin: pêrgînî,
ليست هناك تعليقات:
إرسال تعليق